Verbandsgemeinde
Verbandsgemeinde (bilêvkirina almanî: [fɛɐ̯ˈbantsɡəˌmaɪndə]; pirjimar Verbandsgemeinden) yekîneyeke îdarî ya bi asta biçûk di herêmên federal ên Rheinland-Pfalz û Saksonya-Anhalta Almanyayê ye. Verbandsgemeinde bi gelemperî ji komeke biçûk a gund an bajarokan pêk tê.
Rheinland-Pfalz
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Herêma Rheinland-Pfalzê li 163 Verbandsgemeinden hatiye dabeşkirin. Ew saziyên şaredariyê ne ku di nav 24 navçeyên herêmê de têne komkirin û li 2.257 Ortsgemeinden (yekjimar Ortsgemeinde) hatine dabeşkirin.[1]
Piraniya Verbandsgemeinden di sala 1969an de hatine damezrandin. Berê navê van yekîneyên îdarî Amt bû. Piraniya fonksiyonên rêvebirina şaredariyê ji bo çend şaredariyan tên komkirin û ji navendekê di bajarekî an şaredariyeke mezin de tên birêvebirin, dîsa jî şaredariyên takekesî (Ortsgemeinden) hîn jî xweseriyeke herêmî ya sînordar diparêzin.
Saksonya-Anhalt
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]11 navçeyên Saksonya-Anhalt li Verwaltungsgemeinschaftenan û Verbandsgemeinden (ji 1ê tîrmeha 2009an ve) hatine dabeşkirin. Ji reforma hikûmetê ya kanûna paşîn a 2010an û vir ve 18 Verbandsgemeinden li Saksonya-Anhaltê hene.[2]
Mijarên têkildar
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Amt
- Samtgemeinde
- Verwaltungsgemeinschaft
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Ev gotar ji agahiyên naveroka vê guhertoya gotara wekhev a Wîkîpediyaya îngilîzî pêk tê.
- ^ Eckl, Stefan (1 kanûna paşîn 2007). Sportförderung und Sportpolitik in der Kommune (bi almanî). LIT Verlag Münster. r. 115. ISBN 9783825801205.
- ^ Ammermann, Joachim (1 kanûna paşîn 2012). Die Struktur der Gemeinden im kreisangehörigen Raum: Vergleichend dargestellt am Beispiel des Kreises Euskirchen und des Landkreises Vulkaneifel (bi almanî). BWV Verlag. r. 185. ISBN 9783830528210.
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |